Hewlêr | 2 gumanbarên kustina endamê KNKê ji tawanên ‘teror û sîxuriyê’ hatine girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Hewlêrê 2 gumanbarên kuştina endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbul ku saziyeke bi ser PKKê ve ye, hatine girtin û rêkarên wan ên yasayî jî temam bûne.
Li gorî nûçeya Rûdawê, endamê tîma parêzerên dosyaya Denîz Cevdet Bulbul, Aso Haşim gotiye. 3 kesên ku bi kuştina Denîz Cevdet tên gumanbarkirin, 2 ji wan hatine desteserkirin, yek ji wan gumanbarê sereke yê ku ji bo kuştinê pere daye û yê din jî ji bo kujer çeka bêdeng peyde kiriye.
Aso Haşim da xuyakirin: “Dosyayên wan her du kesên ku welatiyên Tirkiyeyê ne li Dadgeha Tawanan a Hewlêrê bi dawî bûne, ji sedî 85ê rêkarên yasayî jî temam bûne û ew bi teror û sîxuriyê hatine tometbarkirin.”
Herwiha Aso Haşim daye zanîn ku kujerê tetikkêş Ereb e û ji Bexdayê ye. Piştî kuştina Denîz reviyaye û vegeriyaye Bexdayê. Heta niha nehatiye girtin.
Denîz Cevdet Bulbul 18ê Îlonê li Hewlêrê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin