Hewlêr | Bi besdariya Mesrûr Barzanî xîmê projeya elektrîkê tê danîn
PeyamaKurd - Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, sibe Sêşemê di bin çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xîmê projeya rawesteka elektrîkê ya Şawês li Hewlêrê tê danîn.
Wezareta Elektrîkê bi daxuyaniyekê ragihand: “Sibe 20.04.2021ê demjimêr 11:00ê li wargeha Şawês nêzîkî navenda werziş û ciwanan di çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de bi merasîmekê xîmê projeya rawesteka Şawês dê bê danîn.”
Wezareta Elektrîkê eşkere kir, di merasîmê de Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî amade dibin.



Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin