Hewlêr | Di 35. salvegera wefata Idrîs Barzanî de panelek tê sazkirin

30 January 2022 17:10 0 dîtin
Hewlêr | Di 35. salvegera wefata Idrîs Barzanî de panelek tê sazkirin

PeyamaKurd - Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ragihand ku ew di salvegera koça dawî ya Idrîs Barzanî de panêlekê saz dikin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de hatiye gotin, ew dê sibê (31 Çileyê 2022) li Hewlêrê bi helkefta 35 saliya koça dawî ya Idrîs Barzanî panêlekê saz bikin.

Yekîtiya Qutabiyan daye xuyakirin, mijara panelê li ser rola Idrîs Barzanî di xebata rizgarîxwaza gelê kurd de ye.

Idrîs Barzanî ku kurê mezin yê Mela Mistefa Barzanî bû, sala 1944 li devera Barzan ji dayîk bûye û roja 31ê Çileya sala 1987an li gundê Rajan yê bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye.