Hewlêr û Bexda li ser danîna banka netewî ya Herêma Kurdistanê hevdîtin kirin

29 November 2022 02:18 0 dîtin
Hewlêr û Bexda li ser danîna banka netewî ya Herêma Kurdistanê hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Heyeta hukumeta Herêma Kurdistanê di seredana xwe ya ji bo Bexdayê de, seredana Banka Navendî ya Federal ya Iraqê kir. Şêwirmendê banka federal ya navendî İhsan Eliasri jî di civînê de amade bû. Di civînê de her dû teref behsa girêdana sektora bankayê û xebatên ji bo avakirina banka netewî ya Herêma Kurdistanê kirin ku divê karê avakirinê dewam bike.

Heyeta hukumeta Herêma Kurdistanê ji wezîrê plandananê Dr. Dara Reşhid, wezîrê çavkaniyên xwezayî Dr. Ebdulhekîm Xesrew, serokê daîra şopandin û koordînasyonê Kemal Mihemed; berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil û serokê daîra zanist û danûsitendinan Faris İsa pêk tê.

Heyeta hukumeta Herêma Kurdistanê 2 roje ku li Bexdayê di gelek mijaran de hevdîtinên xwe dide dewam kirin.