Hewramî: Serdana Serokwezîr gelek kes aciz kirine, bi taybet ên ku dixwazin pêswazî li wan bê kirin

16 April 2022 13:35 0 dîtin
Hewramî: Serdana Serokwezîr gelek kes aciz kirine, bi taybet ên ku dixwazin pêswazî li wan bê kirin

PeyamaKurd Berdevkê fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Kurdistanê, li ser serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê û helmeta alî û çapemeniya sîbera wan aliyan de axivî û diyar kir, ew serdana Serokwezîr gelek kes aciz kirine, bi taybet ên ku dixwazin pêşwazî li wan bê kirin. Lê nabe nesîbê wan ku wisa bên pêşwazîkirin.

Li gor Berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramî da zanîn: “Di serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê de, du alî aciz bûne. Yek ji wan ên ku milê Qeys Xezelî (Serokê milîsên Esayîb Ehlî El Heq ê Heşdî Şeibî) maçî kirinê razîne ew in, yên din jî ew in ku dixwazin heman awayî pêşwazî li wan bê kirin û heta niha ew tişt ji bo wan nebûye nesîb.”

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Gelek tişt li ser vê serdanê hatin gotin, çapemeniya sibe û ya dijî hikûmetê çi ji dest wan tê dike, bê ku li googlê de lêgerînekî bikin û li serdanên Receb Tayîb Erdogan bikin diaxivin, lê piraniya rêveberên welatan herwisa li Tirkiyê tên pêşwazî kirin.”

Berdevkê fraksiyona PDKê, bersiva Serokê Fraksiyona Komela Dadgerî li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd jî da û got: “Kak Ebdulsetarê di hilbijartinan de sernekeftî bû şarazayê protokolê, ez venaşêrim û bi vê yekê kêfxweş im. Ji ber ew zilamê bûye berdevkê YNKê, heta do parlamento û demokrasî û wek kufir didît. Li gor partiya wî jî YNKê kafir bû, lê niha bûye şarazayê protokolê, ev yek cihê kêfxweşiyê ye û ma êdî em çima ji xwedê re şukir nekin.”