Heya îro jimara miriyên Tirkiyê gihaye 2.291 kesî
PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku jimara miriyên bi sedema koronavîrusê gihaye 2 hezar û 491 kesî. Li gor rêjeya wezaretê jimara miriyan ya îro 115 kes bû. Di 24 sietên dawiyê de jimara kesên bi vîrusê ketine 3.116 kesin. Jimara kesên ku heya niha bi koronavîrusê ketine gihaye 101.790 kesî. Jimara kesên ku îro baş bûne 2014 kesin. Îro 40.962 test hatine kirin. Wezîr koca axaftina xwe weha dewam kir:
“Halê me yê îro ji duhî baştire. Em bi 791 hezar û 906 testan û yek ji wan jî ne tesadufî hatiye kirin û em gihan vî halî. Kesê ku bo wî teşxîs hat danîn, pêre bi kêre têkilî kiribe hat tesbît kirin û hinek dewam dikin. Encama ku em gihanê divê bi destekê bê qewîkirin. Destekê bidin me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin