Heyetên PDK û YNKyê dê careke din bicivin
PeyamaKurd – Şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê li Pîrmamê li ser pêkanîna kabîneya nû, Sûriyê û pêşhatên herêmê bicivin.
Derbarê civînê de endamê şanda danûstandinan a PDKyê Dilşad Şehab ji peyamnêrê Kurdistan24ê re daxuyaniyek da.
Dilşad Şehab amaje bi wê yekê jî kir ku şanda danûstandinan a PDK û YNKyê dê sibê (17.12.2024) li Pîrmamê saet 10:00 li gorî dema Hewlêrê bicivin, Dilşad Şehab diyar kir ku dê şanda danûstandinan li ser avakirina hikûmeta nû, Sûriyê û pêşhatên herêmê gotûbêj bikin.
Piştî hilbijartinên parlementoyê ev duyemîn civîna şanda danûstandinan a PDK û YNKê ye.
Berî niha şandên han 30ê mijdarê li navenda Polîtburoya YNKê ya Silêmaniyê civiyabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin