Heyeta Almanya soza destekê da Kurdistanê

16 April 2019 21:52 0 dîtin
Heyeta Almanya soza destekê da Kurdistanê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyeta ku ji Almanya ji herêma Baden-Württembergê hatibû Kurdistanê hevdîtinekî kir û bi sedema desteka hukumeta Almanya bo Kurdistanê sipasiya xwe kir. Di nava heyeta Almanya ya ku hatibû Kurdistanê wezîra teknolojî û lêkolînê ya herêma Baden-Württembergê Teresa Bawa û wezîra eyaletê Theresa Schopper hebûn. Bi heyetê re balyozê Almanya yê li Kurdistanê Barbara Wolf jî amade bû.

Barzanî ragihand ku di rojên gelek zor de Almanya piştgiriya Kurdistanê kiriye û wê di warê mirovî û leşkerî de hevkariya wan dewam bike. Barzanî behsa pêvajoya piştî têkçûna DEAŞ ê kir û got ku ew bi pêla koçberan re rû bir û ne.

Heyeta Almanya jî ragihand ku bi hevdîtinê gelek kêfxweş bûne û halê koçberan ji nêz de dîne. Heyet paraztina koçberan ji aliyê hukumeta herêma Kurdistanê û pêşmergeyan de û têkoşîna wan ya li dijî terorê qedirbiha nirxandin.