Heyeta Kurdistanê bi oda bazirganiyê ya Almanya re civiya

04 March 2023 01:44 0 dîtin
Heyeta Kurdistanê bi oda bazirganiyê ya Almanya re civiya

Peyamakurd – Parêzgeriya Hewlêrê ragihand ku heyeta Kurdistanê li Almanya li bajarê Berlînê bi oda bazirganiya Almanya re civiyaye. Di nav heyeta Kurdistanê de wezîrê bazirganiyê Kemal Muslim, parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw, serokê dezgeya veberhênanê Muhammed Şukrî û veberhênerên Kurdistanê hene.

Di civîna heyetan de behsa hevkariya bazariganiyê ya navbera Erbîl û Almanya hatiye kirin. Di civînê de li ser mijara pêşdebirina têkiliyên di navbera şîrket, veberhêner û karsazan hatiye kirin û heyeta Kurdistanê ragihandiye ku veberhênerên Almanya bixwazin li Herêma Kurdistanê verbehênanê bikin, wê ji po wan hêsankariyê bikin.

Civîna di pêşiya me de wê li Erbîlê bêkirin û heya karibin wê van civînan salane bikin weka qaîde di navbera her dû welatan de.