Heyeta Kurdistanê û Heyeta Dadgeran ya Îtalyayê civiyan

20 June 2024 21:39 0 dîtin
Heyeta Kurdistanê û Heyeta Dadgeran ya Îtalyayê civiyan

PeyamaKurd - Heyeta Herêma Kurdistanê û Heyeta Dadgeran ya Îtalyayê civiyan. Sedema civîna her dû terefan ew bû ku li nêzî Îtalyayê tekneyekî noqav bûbû ku tê de hemwelatiyên Kurdistanê hebûn û heyet xwestiye ku aqîbeta wan bizanibe.

Peyamanêrê K24 ê Hewramî ragihandiye ku cenazê 6 kesên din jî hatine dîtin. Heyeta Kurdistanê dixwaze di wexta qezayê de, di tekne de çend kes hebûne, niha xebata peydakirina wan diçi astê de ye û heyet dixwaze li ser qezayê lêkolînê bike.

Heyeta Herêma Kurdistanê li ser fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî çûne Îtalyayê da li ser tekna ku duhî noqav bû bizanibin bê çi pêşdeçûn hene.