Heyeta diyasporayê ya Keldaniyan seredana Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî heyeta Keldaniyan ya diyasporayê qebûl kir. Di qebûlê de Barzanî ragihand ku wê li Herêma Kurdistanê çanda pêkvejiyanê, baweriya azad û parastina mafên pêkhateyan her wext bê parastin. Di heyeta Keldaniyan de serokê Yekîtiya Keldaniyan yê Navdewletî Samo Yano, nûnerên Keldaniyan yên Bakûrê Amerîkayê, yê Awrûpa, yê Iraqê û Herêma Kurdistanê amade bûn.
Di hevdîtinê de Barzanî ji ber desteka diyaspora Keldaniyan ya ji bo aştiyê û xwurtkirina çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê sipasiya wan kir û xwest ji bo pêşdebirina geşepêdana Herêma Kurdistanê destekê bidin herêmê.
Mesrûr Barzanî her weha ji heyetê xwest ku Keldanî û Xîrîstiyanên li derveyê welat dagerin Herêma Kurdistanê û roleka aktîv di geşepêdan û pêşdeçûna Kurdistanê de rol bigrin ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin