Heyeta Kurdistanê li ser êrîsa Hewlêrê bi Kazimî re hevdîtin kir

19 February 2021 00:50 0 dîtin
Heyeta Kurdistanê li ser êrîsa Hewlêrê bi Kazimî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Heyeta Muzakereyan ya Bilind ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi serokwezîr Mistefa Kazimî re li ser êrîşa Hewlêrê hevdîtin kir. Heyeta di bin serpereştiya cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talabanî de li ser êrîşa Hewlêrê û hem li ser pirsgirêkên darayî yên navbera Hewlêrê û Bexdayê axifîn.

Nivîsîngeha serokwezîr Mistefa Kazimî bi awayekî nivîskî beyanekî da û got ku her dû teref li ser budçe ya sala 2021 ê ya Iraqê rawestiyane. Her dû alî bûne hemfirkir ku budçe bi dadwerî bê parvekirin û di mijarê de bingeha wan destûra bingehîn be.

Di hevdîtinê de behsa êrîşên fuzeyî yên ser Hewlêrê hat kirin û her dû alî qebûl kirin ku di warê ewlehiyê û xebatên îstîxbaratî de xebatên xwe bikin yek.