Heyeta leskerî ya di asta herî bilind de çû Sengalê
PeyamaKurd – Heyeta leşkerî ya Iraqê ya di asta herî bilind de seredana Şengalê kir. Mijara heyetê hebûna PKK ê ya li Şengalê ye. Di nav heyeta ku xwe gihandiye Şengalê de, serokerkanê Iraqê korgeneral Abdulemir Yarallah, cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş Abdulemir Şemrî, fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê û berpirsê îstîxbaratê hene.
Heyet, wê li ser asayîşa deverê û dahatûya hebûna PKK ê ya li Şengalê hevdîtinan bike.
2 hefte berê di navbera artêşa Iraqê û PKK ê de şer derketibû. Wê wextê heyetekî leşkerî seredana Şengalê kiribû û ev cara duyê ku heyeta leşkerî diçe Şengalê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin