Heyeta Tirk ya Ode ya Sanayî û Bazirganiyê seredana Aliyev kir

03 November 2020 00:35 0 dîtin
Heyeta Tirk ya Ode ya Sanayî û Bazirganiyê seredana Aliyev kir

PeyamaKurd -  Heyeta Tirk ya Ode ya Sanayî û Bazirganiyê seredana serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev kir û ji aliyê Aliyev de hat qebûlkirin. Li gor ragihandina serokkomariya Azerbeycanê; di hevdîtinê de sekreterê konseya Tirk Baxdad Amreyev, wezîrê darayî yê Azerbeycanê Mikayîl Cabbarov, serokê Ode ya Bazirganî û Sanayiyê yê Tirkiyê Rifat Hisarcıklıoğlu, serokê Odeya Bazirganiyê û Sanayiyê yê Kirgizîstanê Marat Şarşekeyev û serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê yê  Özbekistanê Adham İkramov hebûn.

Aliyev di beyana xwe de got ku Ode ya Bazirganî û Sanayiya Tirk civîna xwe li Bakuyê kiriye û ev tê vateya ku Azerbeycan tevî di şer de ye, destekê didin Azerbeycanê û sipasiya wan kir.

Amreyev, piştî civînê piştgiriya xwe bo Azerbeycanê anî ziman û got ku divê mijar li ser bingeha yekîtiya axa Azerbeycanê bê çareserkirin.