Heyva Sor a Îtalya: Çarenivîsa 75 koçberên kestiyên noqbûyî nediyar e
PeyamaKurd – 17ê Hezîranê du keştiyên koçberan li peravên başûrê Îtalya yên Behra Spî binav bûbûn ku herî kêm 19 welatiyên Herêma Kurdistanê jî di nav de ne û aqûbeta wan nayê zanîn yan jî mirine.
Heyva Sor a Îtalyayê îro 19ê Hezîranê ragihand ku heta niha çarenivîsa 75 koçberên di herdu keştiyên noqbûyî de diyar nebûye.
Li gorî nûçeya Rûdawê ku dispêre rayedarên Heyva Sor a Îtalyayê di yek ji keştiyên binavbûyî de 10 kes xeniqîne û 54 kes jî hatine rizgarkirin.
Di keştiya duyem a koçberan de jî 11 kes hatine rizgarkirin û 65 koçber hîn winda ne.
Li gorî Heyva Sor di herdu keştiyan de 140 koçber hebûn û heta niha çarenivîsa 75 koçberan nediyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin