Hêza 2 hezar û 500 polîsên ji Singalê tê amadekirin
PeyamaKurd - Qeymeqamê rewa yê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku di çarçoveya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de, hêzeke ji 2 hezar û 500 polîsan pêk tê ji bo Şingalê têne amadekirin ku ji wan hezar û 500 ji koçberên nav kampan in û hezar polîs jî ji niştecihên Şingalê ne.
Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl gotiye, rojane bêhtirî 10 hezar kes navên xwe tomar dikin û kesên bên qebûlkirin jî divê xwedî çend şert û mercan bin ku yek ji wan; temenê wan di navbera 18 û 35 salî de be û ti pirsgirêkeke wan a yasayî nebe.
Niha li navenda Şingalê û derdora wê hejmarek ji hêzên cuda cuda hene. Li gor rêkeftina Şingalê divê hemû hêz vekişin û li şûna wan hêzên polîsên ji niştecih û koçberên wê derê bikevin şûna wan hêzên cuda.
Yek ji xala rêkeftina Şingalê jî ew e ku 2500 kes weke polîsê ser bi hikûmeta federalî werin bicihkirin ku 1500 ji wan, yên nav kampên koçberan û1000 polîsên din jî li Şingalê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin