Hêzeke ji 2 hezar û 500 polîsên federalî pêk tê li Singalê tê bicihkirin

20 November 2020 15:22 0 dîtin
Hêzeke ji 2 hezar û 500 polîsên federalî pêk tê li Singalê tê bicihkirin

PeyamaKurd - Jêderekî ewlehiyê ji artêşa Iraqê ragihandiye ku doh 19ê Mijdarê 2 lîwayên ji polîsên federalî yên Iraqê gihiştin parêzgeha Nînowa ji bo li Şingalê werin bicihkirin.

Li gorî nûçeya malpera Şefeq Newsê, du lîwayên hêzên polîsên federalî gihîştine navçeya Şingalê, da ku îro 20ê Mijdarê li wir bi cih bibin.

Jêderê ewlehiyê herwiha eşkere kiriye, hêzên polîsên federalî li devera sînorî yê ligel Sûriyê belav bûne ku hejmara her du lîwayan jî herî kêm 2 hezar û 500 polîs in.

Hêjayî gotinê ye, piştî danûstandinan Bexda û Hewlêr 9ê Cotmehê li ser asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftin îmze kiribûn ku li gor wê rêkeftinê, her du alî, wê deverê ji aliyê îdarî û ewlehî ve bi hevbeşî bi rê ve bibin.

Di çarçoveya rêkeftinê de, biryar hatibû dayîn hêzên federalî yên Iraqê li Şingalê belav bibin û hemû komên çekdar ên din jî ji Şingalê derkevin.