Hêzeke çekdar pistî pevçûna doh ya Dêrezorê pistgirîya xwe bo HSDê ragihand
PeyamaKurd – Li herêma Dêrezorê navçeyên Sor, Kisre, Cidîde Igêdat, Izbe û gundên rojhilatê Dêrezorê ku di bin kontrola HSDyê de ne, doh 25ê Tîrmehê di navbera Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên HAT û Asayişê de pevçûn rû dabû û kesek jî di wê aloziyê de hatibû kuştin.
Piştî bûyerê Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihandibû ku wan komîteyeke şopandinê ji bo wê kêşeyê û çareserkirina wê pêk aniye û dabû xuyakirin, dê ew kêşe bi hevahengî bi rîspiyên eşîrên wê deverê re were çareserkirin.
HSDê diyar kiribû ku ew dê wan kesên destê wan di bûyerê de heye bigirin û destnîşan kiribû, li hember hemû liv û tevgerên çekdar ên neyasayî ku gefê li ser navend û xalên leşkerî çêdikin û aramiyê têk didin, ew dê rêkarên yasayî bi kar bînin.
Îro 26ê Tîrmehê jî Encûmena Leşkerî ya bajarokê Hecînê ku beşek ji HSDê ye, derbarê bûyerên Dêrezorê de piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ragihand û diyar kir ku ew amade ne ji bo nehiştina fitneyê û destwerdanên derve bi HSDê re kar bikin.
Fermandarekî Encûmena Leşkerî ya Hecînê ragihand: “Em li hemû bereyan amade ne, ji bo alîkarî û piştgiriya hevalên xwe. Em li bakurê Sûriyeyê rê nadin ti dagirkirineke nû li navçeyeke me çêbibe. Em amade ne, ji bo vegerandina hemû navçeyên me yên dagirkirî û em dê mertalekî rêgir û lateke xurt bin daku hemû plan bişikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin