Hêzên Amerîkayê vekisîna ji Afganistanê ji Qendeharê da destpêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê dest bi vekişîna hêzên xwe ji eyaleta Qendehar a Afganistanê kir û gelek karkerên xwe jî ji kar derxistin.
Li gorî zanyariyan hêzên Amerîkî dest bi vekişîna ji herêma Qendeharê kirine û amûrên ku nikarin bi xwe re bibin jî hildiweşînin.
Herwiha karkerên li cem wan kar dikin jî ji kar derdixin.
Fermandarê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn Kenneth Mackenzie ragihandiye ku ew dê hêzeke zêdetir ji bo ewlehiya vekişînê bişînin Afganistanê.
Li gorî biryara vekişînê, divê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî digel 16 hezar sivîlên xanenişîn Afganistanê vekişin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin