Hêzên asayîsê li Îstenbolê 26 dayîkên Semiyê xist binçav

21 October 2023 19:34 0 dîtin
Hêzên asayîsê li Îstenbolê 26 dayîkên Semiyê xist binçav

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê her hefte dayîkên ku zarokên wan wenda ne û ji zarokên xwe agahiyan nastînin, di roja Şemiyê de dicivin. Îro jî dayîkên Şemiyê di hefta 969an de li ber Galatasaray a Beyoğlu ya Îstenbolê civiyan lê polîs 26 kesan ji wan xist bin çav.

Dadgeha destûrê ya Tirkiyê tevî îzna civîna dayîkên Şemiyê qebûl jî kiriye polîs nahêle ku tevbigerin. Kesên ku di çalakiyê de polîs wan xistiye bin çav ev in:

Mikail Kırbayır, Gülseren Yoleri, Besna Tosun, Ali Newroz Tosun, İrfan Bilgin, Maside Ocak, Eren Keskin, Hasan Karakoç, Leman Yurtsever, Oya Ersoy, İkbal Eren, Taylan Bekin, Nazım Dikbaş, Ayşegül Devecioğlu, Ümit Efe, İsmail Yücel, Davut Arslan, Begali Kurnaz, Doğan Özkan, İrem Gerkuş, Seher Kalkan, Ezgi Karakuş, Evrim Gürenin, Nazlı Evrim Şerifoğlu, Fatma Akaltun û Sevim Sancaktar.