Hêzên çekdar ên Îranê kolberekî Kurd kust du kolber jî birîndar kirin

15 August 2020 16:30 0 dîtin
Hêzên çekdar ên Îranê kolberekî Kurd kust du kolber jî birîndar kirin

PeyamaKurd – Hêzên çekdar ên Îranê, li Urmiye gule li karweneke kolberan rêşand û di encamê de kolberek hat kuştin, 2 kolberên din jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Komela Mafê Mirovan Hengaw, îro hêzên çekdarên Îranê li zozanên Kuran ên ser bi Urmiyê ve gule li karwaneke kolberan reşandine, di encamê de kolberekî can daye û 2 kolberên din jî birîndar bûne.

Ji ber guleberdana hêzên çekdarên Îranê kolberê bi navê Sîrac Ehmedî yê temen 37 salî hate kuştin û heta niha jî nasnameya du kolberên din ên birîndar eşkere nebûye.