Hêzên Hevpeymaniyê, li balafira TSKê da!
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rawangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ve hat dayîn; Hevpeymaniya Navdewletî, li balafira bêmirov a Tirkiyeyê da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafira aîdê Hêzên Artêşa Tirk (TSK), îro nêzîkî navenda Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li bajarê Hesekê yê Rojava xistiye xwarê.
Li ser xistina balafirê, heta niha derbarê mijarê de tu daxuyaniyek fermî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve nehatiye dayîn.
Li aliyê din hat diyarkirin ku TSKê di 24 saetên dawî de zêdetirî 10 caran baregehên Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) li derdora Hesekê, Dirk, Amûdê û Kobanê kirine armanc.
Her wiha hat zanîn ku di van êrîşan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin