'Hikûmeta bê ya Iraqê bêyî PDK û Suniyên Iraqê nikare bê avakirin'
PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî, li ser krîza siyasî ya Iraqê û pêkneanîna hikûmeta nû axivî.
Sebrî bal kişand ser ku armanca wan ya sereke misogerkirina mafên gelê Kurdistanê ye û da zanîn, bêyî fraksiyona wan û endamên Hevpeymaniya Siyade hikûmeteke nû li Iraqê nikare bê avakirin.
Dr. Viyan Sebrî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, armanca sereke ya PDKê ew e ku berî her tiştî mafên gelê Herêma Kurdistanê misoger bikin û diyar kir, “Li gor min bê fraksiyona PDK û Hevpeymaniya Siyade (sûniyên Iraqê) hikûmeta nû ya Iraqê nayê avakirin.”
Di dewamê de jî Sebrî bibîr xist: “Wekî PDK em li bendê ne û çavdêriya pêşdeçûnê dikin, piştre di dema derketina her biryareke derbarê çarenivîsa pêşeroja Iraqê de, em jî dê biryara xwe bidin ka çawa û bi çi awayî em ê beşdar bibin.”
Herwiha Dr. Viyan Sebrî destnîşan kir, hikûmeta bê ya Iraqê nikare bêyî piraniya kurd û suneyan were avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin