"Hikûmeta Iraqê bêyî Kurdan bi ser nakeve"
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî der barê hilbijartina giştî ya ku li seranserê Iraqê tê kirin got: "Li Iraqê hikûmetên berê unsûrên nijadî yên wek Kurdan jî dihesibandin û li gor vê bi îttifaqên siyasî hatin avakirin. Ez wisa texmîn dikim ku li Iraqê heke hikûmeteke bêîttifaq bê avakirin wê serfiraz nebe."
Barzanî li Hewlêrê piştî ku raya xwe avêt civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku îro ji bo hemû unsûrên li welêt dijîn rojeke girîng û dîrokî ye û wiha pê de çû: "Gelê Iraqê bi awayek demokratîk wê biçe ser sandoqê û nûnerên xwe yên li meclisê hilbijêre. Ez wisa hêvî dikim ku gelê li Herêma Kurdistanê ye bi awayek cidî biçe ser sandoqan û raya xwe biavêje."
Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî bal kişand ser Iraqê û got ku li wir ji hêla partiyeke siyasî damezrandina hikûmetê bi zor û zehmet e û got: "Li gor me li Iraqê aliyên piraniya rayan hildabin û hikûmetê damezrînin li gor berjewendiyên welêt nîne. Li Iraqê hikûmetên berê unsûrên nijadî yên wek Kurdan jî dihesibandin û li gor vê bi îttifaqên siyasî hatin avakirin. Ez wisa texmîn dikim ku li Iraqê heke hikûmeteke bêîttifaq bê avakirin wê serfiraz nebe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin