Serokomariya Iraqê: Bêyî Kurdan derbaskirina yasayê pêshateke metirsîdar e!
PeyamaKurd - Serokomariya Iraqê li ser pesendkirina yasaya deynan û budceyê daxuyaniyek belav kir û got, derbaskirina vê yasayê bêyî daxwaza Kurdan "pêşhateyeke metirsîdar e" di karê siyasî yê Iraqê de.
Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Her çiqas yasaya tijîkirina kurtanîna darayî karekî pêwîst bû ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan heta sê mehên din, lê tevî vê yekê jî xwespartina bo deynan çareseriyeke berdewam nîne. Loma em tekezî li çareseriyeke bingehîn dikin ku rê li ber dubarebûna qeyrana mûçeyên karmendan were girtin. Çimkî deynkirin bi tenê, ji bo rûbirûbûna vê qeyranê, ne bes e. Divê pişta xwe bi reformeke giştgîr ve girê bidin ji bo çareserkirina bingeha vê qeyranê û parêzvaniya mûçeyên karmendan.”
‘Bêyî Kurdan derbaskirina yasayê pêşhateyeke metirsîdar e’
Serokomariya Iraqê bal kişand ser bêyî beşdariya Kurdan pesendkirina yasaya deynan ku budçeya muçexwirên Herêma Kurdistanê tê qutkirin û wiha got:
“Mixabin ev yasa bêyî liberçavgirtina lihevkirina niştimanî, bi taybetî jî bêyî daxwaza Kurdan hat pesenkirin û derbaskirin, ev jî pêşhateyeke metirsîdar e di karê siyasî yê Iraqê de. Dabînkirina mûçeyên karmendan li Iraqê bêyî çareseriya mûçeyên karmendên Herêmê, karekî netemam e, çimkî ew jî welatiyên Iraqê ne û mafên wan di destûrê de hatine bicîkirin. Di vê çarçoveyê de em car din tînin ziman ku divê karmend û hemû welatiyan, ji milmilaniya siyasî dûr bin ku welat gihandiye vê rojê.”
Di berdewamê de hatiye diyarkirin: “Em li vir tekezî li çareserkirina kêşeyên rawestandî yên navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêmê dikin, bi taybetî jî dosyeya petrolê û rêkxistina wê bi awayekî şefaf û li gor destûrê, ku dadperwerî û mafê welatîbûnê ji bo hemû Iraqiyan desteber bike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh Pêncşemê 12ê Mijdara 2020an, Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina deynan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê beşdarî civînê nebûn. Lê belê yasaya navborî ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî qut dike bi dengên kutleyên şîe û suneyên parlamentoya Iraqê hat pesendkirin.
Serok Barzanî, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê berteka tund bo pesendkirina wê yasayê nîşandan ku dayîna mûçeyê wekî guveşeke siyasî li ser xelkê Kurdistanê tê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin