‘Bêyî razîbûna PDKê posta Serokomariya Iraqê zelal nabe’
PeyamaKurd - Şêwirmendê berê yê serokomarê Iraqê yê bi ser YNKê ve Dr. Ebdula Elyaweyî got, divê PDK bê razî kirin heke na zelalkirina posta serokomariyê zehmet dibe.
Şêwirmendê berê yê serokomarê Iraqê Dr. Ebdula Elyaweyî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Ji bo peywira serokomarê Iraqê heta niha ti tiştek diyar nîne, lê ew peywir beşa kurdan e û şîe jî li ser wê rêkeftine û serokomar ji bo kurdan, serokê parlamentoyê ji bo erebên sune ye. Ji ber wê jî rêkeftina PDK û YNKê dê wî tiştî zelal bike ku kê bibe serokomar û wan rojane jî dê bicivin. Yek ji pirsan jî ew e, lê kesê bibe serokomar pêwîste herdu partî jî jê razî bin û rêkeftinê li ser bikin.”
Elyaweyî diyar kir: “Eger YNK, PDKê razî neke û PDK ji serokomar razî nebe, zehmete wek berê bi asanî li parlamentoyê ew peywir bê zelal kirin. PDK niha reqema mezine li Bexdayê û bê wan jî tişt bi rihetî rêve naçe û Kak Mesûd Barzanî xwedî roleke girîng e. Di diyar kirina serokomar de jî rola wî ya serekî heye, herwiha di damezrandina hikûmeta Iraqê de jî rola wî dê mezin be.”
Dr. Ebdula Elyaweyî daye zanîn: “Barzanî dikare hemû aliyan li hev nêzîk bike û li ser yek masê hikûmeteke bihêz û çalak bê ava kirin û bê zelal kirin.”
Elyaweyî derbarê peywira serokomar de wiha axivî: “Kesê bibe serokomar divê berjewendiya gelê kurd li pêş hemû tiştekî bibîne, nabe berjewendiya xwe bide pêş. Tişta berê serok Mam Celal û Serok Barzanî kirin, dema zêrîn bû û dubare nabe. Wan pir xweşik navmala Kurdistanê parastin û nabe ew kes bibe serokomar ku êrîş bike ser aliyên Kurdistanî. Ji ber ew bixwe kurd e çawa dibe li dijî Kurdan be. Ewê bibe serokomar pêwîste berjewendiya xwe û partiya xwe bide aliyekî û kar ji bo berjewendiya Kurdistanê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin