Hikûmeta Iraqê nîvê diravê genim yê sê salên borî yên cotkarên Kurdistanê dide
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê biryar da, nîvê diravê genim yê sê salên borî yên cotkarên Kurdistanê bide.
Parlementera Kurd û Endama Komîsyona Aborî li Parlamentoya Kurdistanê Meyade Necar diyar kiriye, piştî hewl û xebata endamên Kurd yên Parlementoya Iraqê, Wezareta Bazirganiya Iraqê razî bû, nîvê diravê genim yê salên 2014,2015 û 2016 yê cotkarên Kurdistanê bide.
Herwiha Meyade Necar da zanîn, ew dirav dê hefteya bê were şandin, kujmê wê jî 266 milyar dînar e. Çimkî, Hikûmeta Iraqê zêdetirî 520 milyar dînaran deyndarê cotkarên Kurdistanê ye.
Parlamentera Kurd da zanîn, ew ê hewl bidin nîvê din yê diravê cotkaran jî ji Hikûmeta Iraqê werbigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin