‘Hikûmeta Iraqê petrola Îranê bi dizî difirose derve’
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta navendî ya Bexdayê, ji ser hesabê serwet û samana milletê xwe petrola Komara Îslamî ya Îranê ku Amerîkayê dorpêç li ser danîne, difiroşe derve.
Hat zanîn ku Iraq nefta Îranê wekî ku ya Iraqê ye bi rêyên neyasayî derdixe derve û difiroşe.
Serokê Hizba Mistaqbela Destûrî ya Iraqê Întîfaz Qenber, ji ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye ku kompanyaya (Ini) ya Îtalyaê keştîyek neft a Iraqê kirîye û veguhestiye Sicilyayê û derketiye holê ku ew neft ne ya Iraqê ya Îranê ye û hikûmeta Iraqê li ser navê xwe nefta Îranê difiroşe.
Siyasetmedarê Iraqî bang li xelkê Iraqê kir, hay jê hebin ku 35 milyon hemwelatiyên Iraqê dibin qurbana berjewendiyên Îranê û hikûmeta Iraqê ku ji bo berjewendiyên Îranê kar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin