Hikûmeta Kurdistanê 25ê Çile dest bi dayîna mûçeyên karmendan dike

23 January 2022 21:48 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê 25ê Çile dest bi dayîna mûçeyên karmendan dike

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku dê mîna mehên berê vê mehê jî di dema xwe de dest bi dayîna mûçeyê karmendan bikin.

Çavkaniyeke li Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ji medya Kurdistanê re eşkere kir ku mîna mehên borî dê vê mehê jî hikûmet roja 25ê mehê dest bi dayîna mûçeyê karmendan bike û mûçe nayê kêmkirin û dê bi temamî were dayîn.

Herwiha hatiye diyarkirin ku destpêkê mûçeyê karmendên wezareta tenduristiyê tê dayîn paşê jî mûçeyê hêzê Pêşmerge tê dayîn.