Hikûmeta Kurdistanê sibe dest bi dayîna mûçeyan dike

03 May 2020 14:32 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê sibe dest bi dayîna mûçeyan dike

PeyamaKurd – Piştî ku Bexdayê bi biryareke neyasayî mûçeyê vê meha borî yên karmendên Herêma Kurdistanê neşand, doh Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna ligel şanda Bexdayê ferman da ku ji dahatên hikûmetê bi qasî şiyana xwe mûçeyên fermanberan bê dayîn.

Wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê piştî biryara dayîna mûçeyan a Serokwezîr Barzanî ragihand, ew ê ji sibê (4 Gulanê) ve dest bi dayîna mûçeyê karmendan bikin.

Wezareta darayî da zanîn, karmendên wezareta tenduristiyê dê beriya wezaretên din mûçeyê xwe wergirin.

Hikûmeta Bexdayê 453 milyar dînarên mûçeyê karmendên Kurdistanê bi sedemên siyasî neşandiye ku ji ber wê kirîza mûçe derketiye nêzîkî du mehan e mûçe nehatiye dayîn. Danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina wê kirîzê didomin ku sibe şandeke din a hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê.