Hikûmeta Kurdistanê bi deynkirinê sibe dest bi belavkirina mûçeyên karmendan dike
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, hikûmeta Kurdistanê biryar daye mûçeyê karmendan deyn bike û sibê 3yê Kanûnê dest bi dayîna mûçe bike.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna îro ya encumena wezîran da xuyakirin, di civîna encumena wezîran de mûçe û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin axaftin.
Cotyar Adil got, di civînê de serokê hikûmetê têkest kir ku hikûmet ji her kesî zêdetir di xema xelkê Kurdistanê daye û hikûmet ti carî li hember mafên welatiyan nermiyê nîşan nade. Emê li ser danûstandin bi Bexdayê re berdewam bin da ku mafên xelkê Kurdistanê misoger bikin.
Berdevkê hikûmetê da zanîn, di heyama çend rojên borî de serokê hikûmetê gelek caran bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re di nav danûstandinê de bûye bo pirsgirêka mûçe. Kazimî soz daye ku wê kirîzê çareser bike.
Adil eşkere kir ku hikûmetê biryar daye mûçe deyn bike ji ber ku diravê di destê hikûmetê de ye, têra mûçe nake loma hikûmetê biryara deynkirinê daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin