Hikûmeta Sûrî bang li welatiyên xwe kir: “Vegerin û ji tistekî netirsin”

31 August 2018 00:20 0 dîtin
Hikûmeta Sûrî bang li welatiyên xwe kir: “Vegerin û ji tistekî netirsin”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muellim bang li welatiyên Sûriyê kir ku vegerin welatê xwe û beşdarî avakirina Sûriyê bibin.

Di civîneke rojnamevaniyê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muellim ragihand, ku Rûsya û Sûriye derbarê bidawîkirina terorê de gihiştine nêzîkî dawiyê û got: “Êdî tiştekî asayî ye ku em bi Sûriyê hizir bikin, bi bernameya nûavakirinê, ku wê ji bo dostên me li Rûsyaya Federal beşdarbûna sereke di vê beranameyê de hebe. Em di rêya hewlên xwe de ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, ji bo gelê xwe, li Sûriyê, ji 7 salan ve, hewlên wan dewletan jibîr nakin, ku komplo li ser me kirin û derbarê têkbirina terorê, astengî ji me re derdixistin.”

Welîd Muellim herwiha behsa mijara vegera penaberan kir ku ew banga xwe digihîne koçber û penaberan ji bo ku vegerin welatê xwe û beşdariyê di avakirina Sûriyê de bikin.

Welîd Muellim diyar kir: “ Em ji Welatên Rojava re dibêjin, ku xwe li ser mafên mirovan li Sûriyê digirînin, êdî eger bi rastî hûn dixwazin bi vegerandina koçberan re alîkar bin, pêwîst e hûn erkên xwe bikin ji bo nûavakirina malên wan û jêrxaneyê û rakirina sizayan ji ser Sûriyê.

Muellim got: “Em daxwazê ji welatiyên Sûrî dikin ku vegerin welatê xwe, ji bo ku beşek ji bernameya nûavakirinê û paşerojê bin. Ez tekez dikim ku vegera wan dê ewle be û em dê hemû rewşên aborî û civakî ji bo wan amade bikin da ku weke hevtayên xwe yên din ên Sûrî, li welatê xwe bijîn. Bila vegerin û ji tiştekî netirsin.”