Hikûmeta Sûrî ji bo qutkurina avê ji aliyê Tirkiyê ve bertek nîsan da: Binpêkirina pîvanên ser e!
PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê derbarê qutkirina ava bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek belav kir û wekî tawaneke şer a dijî mirovahiyê bi nav kir.
Piştî ku Tirkiyê careke din ava ser parêzgeha Hesekê qut kir, Wezareta derve ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûneke tund nîşan da.
Wezareta Derve ya Sûriyê da xuyakirin, Tirkiyê av li ser milyonek mirovan qut kiriye û ev kar binpêkirina pîvanên şer e û tawaneke dijî mirovahiyê ye.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî jî bang li Tirkiyê kiriye ku ava bajarê Hesekê berde û heta niha bi dehan caran ava Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye qutkirin ku ji çemê Firatê tê dabînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin