Li Efrîna dagirkirî Hikûmeta Tirkiyê elektirîka Sûrî ji ser bajêr qut kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyê, bi rêya kompanyayekê xeteke nû ya elektirîkê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê çêkir û elektirîka Sûriyê qut kir, elektîrêka Efrînê bi ya Tirkiyê ve girêda.
Tirkiyê elektirîka ku ji aliyê Sûriyê ve tê dabînkirin, ji ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê qut kir û bi elektîrîka Tirkiyê ve girêda.
Li gor zanyariyan, Tirkiyê tevahiya wêstgeh, navend û xetên berê yên elektîrîka Efrînê ya Sûrî ji nav birîne.
Herwiha li gor zanyariyan, girêbestek ji bo 10 salan li gel kompanyayeke enerjiyê ya Tirkî hatiye îmzakirin û wê kompaniyê hemû kar temam kiriye û êdî wê elektirîkê belav bike.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin