Hilbijartina Serokê Dadgeha Bilind: Di tûra 4. de jî encamek derneket
PeyamaKurd – Di tûra 4emîn a hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind a Tirkiyê de jî ti encam derneket.
Piştî maweya 4 salan a Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca qediya, endamên Dadgeha Bilind ji bo diyarkirina serokê nû duh çûn ser sindoqan. Di her sê tûrên dengdanê de ti namzedan ji bo hilbijartina serokomariyê nekarî piraniya mutleq bi dest bixe. Li gorî vê yekê di nava namzetan de Mehmet Akarca 96, Omer Kerkez 125, Muhsîn Şenturk jî 105 deng stendin. 7 ji dengên ku hatine dayîn nederbasdar hatin dîtin.
Ji ber ku dîsa piraniya mutleq bi dest neket, wê hilbijartin di tûra 5emîn de berdewam bike.
Ger di tûra 5emîn a dengdanê de ti berbijêr piraniya mutleq bi dest nexe, wê hilbijartin bi kesên ku ji nû ve serlêdana namzetiyê bikin re dubare bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin