Dadgeha Federal a Iraqê hilbijartina Serokê Parlemenê pesend kir
PeyamaKurd - Dadgeha bilind a federal a Iraqê biryara dawî derbarê yekem civîna Parlamentoya Iraqê de da.
Îro 25.01.2022yê dadgeha bilind a federal rûniştinek taybet li ser doz û giliya parlamenter Basim Xeşam û Mehmûd Meşhedanî pêkanî.
Dadgeha bilind a federal a Iraqê biryara red kirina doza Xeşan û Meşhedanî da û ragehand: Ew civîn yasayî û destûrî bû.
Piştî vê biryara desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê dê dest bi karên xwe bike.
Basim Xeşan û Mehmûd Meşhedanî roja 13.01.2022yê doz li dijî yekem civîna Parlamentoya Iraqê û helbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê vekiribûn û diyar kiribûn ku civîn neyasayî bûye.
Ji ber wê jî roja 13.01.2022yê dadgeha federal a Iraqê karên desteya serokatiya parlamentoya Iraqê ji demekî ku heta biryar li ser bide rawestandibû.
Desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê pêktê ji serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û cîgirên wî yê yekem Hakim Zamlî yê ser bi Tevgera Sedir û cîgirê wî yê duyem jî Şaxewan Ebdula ku ser bi PDKê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin