Hindistan xwest Kanada dîplomatên xwe pas de vekisîne

03 October 2023 22:57 0 dîtin
Hindistan xwest Kanada dîplomatên xwe pas de vekisîne

PeyamaKurd – Piştî kuştina serokê rêxistina rizgariya Sîhan (KLF) yê Hindistanê Hardeep Singh Nijjar ku li Kanadayê dima û li wê derê hatibû kuştin û Kanada Hindistanê ji bûyerê berpirs girtibû, di navbera Kanada û Hindistanê de pirsgirêk derketibû û dijberiya her dû welatan hê jî dewam dike.

Li ser krîza dîplomatan Hindistanê ji Kanadayê xwest ku li dora 40 dîplomatên xwe paşde vekişîne. Li gor ragihandina rojnama Financial Timesê; Hindistan xwestiye ku heya 10 ê cotmehê Kanada 40 dîplomatên xwe ji Hindistanê vekişîne. Hindistan gotiye eger heya wê wextê dîplomatên Kanadayê li Hindistanê bimînin, wê îmtîyaza wan ya dîplomatîk rake.

Heya niha di mijarê de ji her dû welatan ti daxwuyanî nehat dayîn lê Hindistan berê xwestibû ku jimara dîplomatên wan weka hev bin. Jimara dîplomatên Kanadayê yên li Hindistanê li gor yên Hindistanê ku li Kandayê ne zêdetirin.