Dizeyî: Me ji rayedarên Kanadayê xwest nûnertiya Hewlêrê bikin Konsulxane
PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ku ji bo serdanekê li Kanada ye ragihand, ew weke welatekî bihêz û federal girîngiyê didin pêşxistina pêwendiyên bi hikûmeta Kanadayê re.
Sefîn Dizeyî diyar kir: “Em girîngiyeke mezin didin pêwendiyên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî. Her welatek pêşwazî li wan pêwendiyan bike, em zêdetir diçin pêş. Niha li Hewlêrê nûnertiya Kanadayê heye, di hevdîtinên me yên li gel rayedarên Kanadayê de, me daxwaz kir ku wê nûnertiyê bikin konsulxane.”
Sefîn Dizeyî da zanîn ku Kanada ji aliyê aborî ve welatekî girîng e û pêgeha wê dikare bi bandor be, ew jî hewl didin pêwendiyên xwe bi Kanadayê re bihêztir bikin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Kanadayê wiha axivî: “Serdana me li ser vexwendina hejmarek parlamenterên Kanadayê bû, ku vê dawiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Di hevdîtinên me de jî, me tekezî li wê kir ku em dikarin di warên aborî, veberhênan, çandinî û warên din de hevkariyê bikin û ji ezmûna Kanada wekî welatek federal sûdê werbigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin