Sefîn Dizeyî: Hukumeta Herêma Kurdistanê li Ankara nûnertiya xwe vedike

04 September 2020 22:16 0 dîtin
Sefîn Dizeyî: Hukumeta Herêma Kurdistanê li Ankara nûnertiya xwe vedike

PeyamaKurd-  Berpirsê baregeha têkiliyên derve yê serokatiya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku heyetekî ji Herêma Kurdistanê di bin serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de îro gihan Ankara û li ser têkiliyên duqolî, ewlehî û darayî hevdîtinan kirin. Heyeta Herêma Kurdistanê li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan seredana Tirkiyê kir.

Bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re serokê serokatiya dîwana Kurdistanê Fewzî Herîrî, berpirsê baregeha serokatiya Kurdistanê Kerîm Şengalî, berpirsê têkiliyên derve Sefîn Dizeyî û şêwirmendê têkiliyên derve yê serokatiya herêmê Mustafa Felah hebûn. Dizeyî ragihand ku herêma Kurdistanê xwediyê cihekî girînge û weha dewam kir:

“ Herêma Kurdistanê di rakirina ambargoya ser Kurdistanê ya sala 2017an rolekî wê yê girîng hebû. Di wê pêvajoyê de wezîrê karên derve yê Fransayê û wezîrê bergiriyê yê Fransayê seredana Kurdistanê kirin. Wê serok Macron bihata Hewlêrê lê bernama wî guherî. Ew bi xwe Nêçîrvan Barzanî dawetî Bexdayê kir û hevdîtin kirin.

Dizeyî got ku di Herêma Kurdistanê di nav mêzêna herêmê de xwediyê ciyekî girînge. Herêm di pêvajoyeka guhertinê de derbas dibe. Bi taybetî Iraq di nav krîzeka siyasî, aborî û ewlekariyê de derbas dibe. Amerîka û hêzên navdewletî bo çareseriya krîzê dixebitin. Di vê çarçoveyê de rola herêma Kurdistanê zêde girînge. Dizeyî got ku li Ankara bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re hevdîtin kirine û weha got:

“Pêşdeçûnên li herêmê, babetên Rojhilata Navîn yên rojane babetên me bûn. Hun dizanin di berê de Herêma Kurdistanê di mijara şareseriya Kurd re rolekî ku leyîstin hebû. Di şerê li dijî İŞİD ê de pêşmerge li sefa ewilî bû. Em li ji mîlyonekî zêdetir koçberan xwedî derketin. Ev hemû halê Kurdistanê xweş kirin. Di hevdîtina me ya îro de, me behsa têkiliyên Hewlêr-Bexda û Hewlêr-Ankara kir.”

Di hevdîtinan de behsa operasyonên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Li ser mijarê Dizeyî weha got:

“Bexda tewrê xwe di mijarê de danî. Me jî peyama xwe da balyozê Tirkiyê yê Hewlêrê. Îro jî heman behs hat kirin. Li vê derê pirsgirêkekî dertê ortê. Sedema van operasyonên leşkerî çine? Ew jî hebûna PKK ê ya li herêmê ye. Bo xelkê sîvîl malwêraniye. Dive ew jî hêzên xwe vekişînin. Ji destkeftiyên Kurdan rê rêz bigrin. Parlementoya Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê bi hilbijartinan ava bûne û hene. Divê xwe nekin şûna wan û tevliheviyê nekin. Em hêvî dikin ku ji rabirdûyê ders hatibe sitendin.”

Hukumeta Herêma Kurdistanê li Ankara Nûnertiya xwe vedike

Sefîn Dizeyî ragihand ku di hevdîtinan de bo nûnertiya Herêma Kurdistanê li Ankara vebe, hatiye axaftin. Berê jî vê mijarê bi Ankara re muzakere kirine û weha dewam kir:

“Mi li ser prensîban lihev kiriye. Li pêşiya me ti astengiyekî dîplomatîk an siyasî tine ye. Tenê hin mijarên teknîkî hene divê çareser bibin. Ez bawerim dê ew jî di demekî nêz de çareser bibe.”