Sefîn Dizeyî: Herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe yên destûrî bernade
PeyamaKurd – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ragihand ku Herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe yên destûrî bernade.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî beşdarî merasima “Roja Netewî ya Fîlîpînê” bû.
Di merasîmê de daxuyanî da rojnamevanan, Dizeyî diyar kir ku gelek welatiyên Fîlîpînî li Herêma Kurdistanê kar dikin û got, “Pêwendiyên me yên baş bi Fîlîpînê re hene. Em hêvîdar in ku di warê dîplomasî, aborî û warên din de têkiliyên xwe baştir bikin."
Ji aliyeke din ve di derbarê pirsa hilbijartinan de jî Dizeyî got, civaka cîhanî piştgîriya lidarxistina hilbijartinan dike û da zanîn, lazim e tevahiya aliyên siyasî piştgîriya vê proseyê bikin.
Dizeyî eşkere kir, Herêma Kurdistanê li gorî sîstema federalî xwedî rewatiya destûrî ya temam e û got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên destûrî tawîz nade."
Dizezî destnîşan kir, civaka navdewletî piştevaniya Herêma Kurdistanê dike û serdana Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê jî beşek ji vê piştevaniyê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin