Krîza dîplomatîk ya navbera Kanada û Hindistanê her diçe kûrtir dibe

14 October 2024 23:23 0 dîtin
Krîza dîplomatîk ya navbera Kanada û Hindistanê her diçe kûrtir dibe

PeyamaKurd – Li Kanadayê serpereştê muxalifê desthilata Hindistanê yê bi navê Nijjar hatibû kuştin û li ser bûyerê di lêpirsîna Kanadayê de, Kanada ragihandibû ku dîplomatên Hindistanê bûyerê dane kirin. Hindistanê bûyerê qebûl nekiribû û ji wê rojê heya niha dijberiya navbera her dû dewletan dewam dike.

Piştî Kanada di kuştina rêvebirê Sîhan yê serkirdeyê Hêza Rizgariya Halistanê ya Sîhan Hardeep Singh Nijjar, Kanadayê lêpirsîna kuştinê kiribû û delil, dîplomatên Hindistanê yên li Kanadayê nîşan dabûn. Hukumeta Hindistanê qebûl nekiribû ku wan Nijjar daye kuştin.

Li gor rojnama Hindustan Timesê ya Hindistanê; wezareta karên derve ya Hindistanê gotiye:

“Hukumeta Hindistanê van îthamên ku aqilê mirov qebûl nakin, red dike û van gotinan ji bo serokwezîrê Kanadayê Justin dengan bistîne rojeva siyasetê ji bo xwe diafirîne. Trudeau, ji Êlûna 2023an heya niha, hinek tiştan dibêje lê heya niha ti delîl parvenekiriye.”

Hindistanê ragihand ku wê dîplomatên bi kuştina Nijjar tên tewankirin de wan paşde bibe Hindistanê û hem bangî maslahatguzarê Kanadayê yê li Delhiyê kirine da here wezareta karên derve ya Hindistanê.

Ji hukumeta Kanadayê kesê nexwestiye navê wî bê aşkerakirin ji bo Associated Pressê gotiye ku wê hukumeta Kandayê 6 dîplomatên Hindistanê dersînor bike û kiryarên sûcan yên dîplomatan dewam dike.

Her weha Hindistanê jî biryarê daye ku 6 dîplomatên Kanadayê dersînor bike. Hindistanê ji 6 dîplomataên Kanadayê xwestiye ku heya 19ê Cotmehê seet 23.59an terka Hindistanê bikin.

Rêxistina Sîhan ya ku serpereştiya wê Nijjar dikir ya bi navê KLF, fikra ‘Halistanê’ diparêze ku Halistan li Hindistanê eyaleta Pencabê, li Pakistanê jî eyaleta Pencabê, Hayber Pahtunhva, Sindh, hinek ji Belucistana niah û Keşmirê an ku hinek ji axa wan dixe nav xwe.

Di lîsta Hindistanê de ku navê 40 kesan tê de bû û wean bi terorîstiye tewan dikir, navê rêvebirê KLFê Nijjar jî di nav wan de bû.

Nijjar di 18ê Hezaîrana 2023an de li Kanadayê hatibû kuştin.