Têkiliyên dîplomatîk yên navbera Saûdiyê û Kanadayê normal dibin
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Erebistana Saûdiyê bi nivîskî ragihand ku welîahd prensê Erebistanê Muhammed bin Selman û serokwezîrê Kanadayê Justin Tredeau rêzehevdîtinan kirine û her dû teref biryarê dane ku têkiliyên wan yên dîplomatîk normal bikin.
Di ragihandina wezaretê de hat gotin ku di sermaweza sala 2022an de li payîtexta Taywanê li Bangkokê di zîrwa APEC ê de di hevdîtinan de her dû teref biryarê dane ku di çarçoveya rêzgirtin û berjewendiyên her dû dewletan de têkiliyên xwe ji nûh de deynin.
Di tebaxa sala 2018an de wezîra karên derve yê Kanadayê Chrystia Freeland, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandibû ku li Erebistanê mafê mirovan tên îhlalkirin û li ser daxwuyaniyê, Erebistan bertek nîşan dabû û mijarê weka desttêwerdana karên hundirê welatê xwe rave kiribû. Li ser mijarê Erebistan têkiliyên xwe ji Kanada birîbû, seferên balafiran betal kiribû û balyozê Kanadayê dersînor kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin