Krîza di navbera Hindistan û Kanada de: Dîplomat hatin dersînorkirin
PeyamaKurd – Piştî ku Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau got ku dibe ku hikûmeta Hindistanê li pişt kuştina rêberê Sikh Hardeep Singh Nijjar be, Hindistanê ji dîplomatkarê payebilind ê Kanadayê xwest ku di nav 5 rojan de welêt biterikîne.
Justin Trudeau ragihand, îstîxbarata Kanadayî pêwendiyek "pêbawer" di navbera kuştina Nijjar û dewleta Hindistanê de destnîşan kiriye.
Trudeau da zanîn, wî di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi re di Lûtkeya dawî ya G20 de ev mijar aniye ziman.
Trudeau di axaftina xwe ya ji Kanadayê re got: "Tevlîbûna hukûmeteke biyanî di kuştina welatiyekî Kanadayî de li ser axa Kanadayê binpêkirina serweriya me ya ku nayê qebûlkirin e. Ev li dijî rêgezên bingehîn e ku civakên azad, vekirî û demokratîk xwe bi rê ve dibin." House of Commons do.
Serokwezîrê Kanadayê tekez kir, ew bi biryar in ku berpirsên vê kuştinê bipirsin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Hindistanê ya ku piştî gotinên Trudeau hat dayîn de wiha hat gotin: "Îdîayên bêwate û bi mebest in."
Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Jolie ragihand, wan dîplomatekî payebilind ê Hindistanê piştî axaftina Trudeau dersînor kiriye.
Jolie got, dîplomata ku navê wî eşkere nekir, di beşa lêkolîn û analîzê ya Dezgeha Îstîxbarata Derve ya Hindistanê de dixebitî.
Nijjar di 18ê Hezîranê de ji aliyê du çekdarên rûpoş ve li dervayê perestgeheke Sikh li Surrey, Kanada, bi qasî 30 kîlometreyan li rojhilatê Vancouverê, di otomobîla xwe de hat gulebarankirin û kuştin.
Hindistanê berê gotibû, tu têkiliya wê bi mirina Nijjar re tune ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin