Hîzbullah: Amerîka, li pêsiya me astengiyan derdixe
PeyamaKurd- Alîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Hîzbullahê ya Lubnanê Şêx Naîm Qasim, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî îdia kir ku Amerîka li pêşiya şandina sotemeniyê ya ji bo Lubnanê, astengiyan derdixe.
Şêx Naîm Qasim, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku sotemeniya ku Îranê hîbeyê Lubnanê kiriye, ji bo Lubnanê were veguhestin, rayedarên Amerîkayê dibin asteng.
Qasim, di agahiyên xwe de bal kişand ser sotemeniya hîbekirî ya ku buhayê wê bi qasî 350 milyon dolaran e û got,
“Amerîkayê astengî derxistin da ku 600 hezar ton sotemeniya Îranê derbasî Lubnanê bibe. Vê sotemeniyê dikaribû rojane 5-6 saetan elektrîkê jî hilberîne.”
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah jî di tîrmeha îsal de ragihandibû ku heger hikûmeta Lubnanê qebûl bike, ew dikarin bêyî ku heq bidin, ji Îranê sotemeniyê dabîn bikin. Li ser vê yekê jî hikûmeta Lubnanê ev pêşniyaz qebûl kiribû ku sotemeniyê wekî hîbe qebûl bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin