Amerîka: Hûsî botekî tije teqemenî û bê ajotvan sand pêsiya kestiya bazirganî

04 January 2024 23:04 0 dîtin
Amerîka: Hûsî botekî tije teqemenî û bê ajotvan sand pêsiya kestiya bazirganî

PeyamaKurd – Amerîka ragihand ku Hûsiyan li Derya Sor botekî tije teqemenî ber bi keştiya bazirganî de şandiye lê bê ku li keştiyê bikeve bot teqiyaye.

Li ser pêşdeçûnên li Derya Sor, fermandarê navendê yê hêzên deryayî yê Amerîkayê koramiral Brad Cooper, ji rojnamevanan re brîfîngekî da û got ku Hûsî botekî tije teqemenî ku ajotvanê botê tinebûye şandine ber bi keştiya bazirganî de û ji keştiyê 3 km dûr teqiyaye.

Bota ku hatiye şandin bê kesekî mudaxeleyê wê bike teqiyaye. Cooper got ku Hûsî bi awayeka aşkera dixwazin zerarê bidin û ji roja 18.11.2023 heya niha li Derya Sor li ser rêyên neqliyan de Hûsî 25 car êrîşan kirine.

Piştî Amerîka û hemkarên Amerîkayê rêxistina Operation Prosperity Guardian ava kirin û heya niha di Derya Sor de 1.500 keştiyên bazirganî bê arîşe derbas bûne.