Amerîka li Kendavê kestiyekî tije sîlih û teqemenî girt

04 December 2022 02:59 0 dîtin
Amerîka li Kendavê kestiyekî tije sîlih û teqemenî girt

PeyamaKurd – Li gor ragihandina hêzên deryayê yên Amerîkayê; hêzên wan li peravên Ummanê keştiyekî daye rawestandin û tê de teqemenî hatiye gitin. Keştî ya masîvanaye û tê de 50 ton teqemenî, gelek sîlih hatine girtin. Li ser operasyona hatiye kirin hêzên Amerîka yên deryayê bi nivîskî ragihand ku di 1 ê berfanbarê de li Kendava Ummanê tekneyekî masînan dane rawestandin. Tekne an ku keştî li ser xetta Îran û Yemenê dane rawestandin.

Di teknê de 50 ton fişekên muhîmmatan, fuze û ekîpmanên roketan hebûne. Di nav vê mehê de ev cara duyê ye ku teqemenî tên girtin û li ser mijarê fermandarê navendî yê hêzên deryayê yê Amerîkayê Brad Cooper weha got:

“Ev nîşan dide ku Îran sîlihên kujer di rêyên qaçax de dibe û îstîqrara herêmê xerab dike.”

Hat ragihandin bi îhtîmaleka mezin ew keştî an tekne ji bo Hûsiyan sîlih dibir Yemenê.