Hizbullahê berpirsiya xwe ya êrîsa ser mala Netanyahû ragihand

22 October 2024 17:31 0 dîtin
Hizbullahê berpirsiya xwe ya êrîsa ser mala Netanyahû ragihand

PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê ku bi Îsraîlê re di nav şer de ye, ragihand ku êrîşa roja şemiya borî bi ser mala Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû de, ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Serokê Nivîsgeha Ragihandinê yê Hizbullahê Muhammed Afîf ragihand, êrîşa 19ê Cotmehê ya bi dronan bi ser mala Netanyahû ya li bajarê Caesareayê ji aliyê hêzên wan ve hatiye encamdan û berpirsiya Hizbullahê bo êrîşê eşkere kir.

Herwiha Afîf daye xuyakirin ku heta şer û pevçûn berdewam bikin, dê muzakere bi Îsraîlê re neyê kirin.

Hêjayî gotinê ye, Nivîsgeha Netanyahû ragihandibû ku dema êrîşê Netanyahû û hevjîna xwe ne li mal bûn. Netanyahû gotibû, “Ajanên Îranê yên xwestin min û hevjîna min bikujin şaşîtiyek mezin kirin.”