Netanyahû berpirsiya xwe ya êrîsa teqandina cîhazên pêwendiyê ragihand

11 November 2024 17:57 0 dîtin
Netanyahû berpirsiya xwe ya êrîsa teqandina cîhazên pêwendiyê ragihand

PeyamaKurd – Berdevkê Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Omer Dostri, ragihand ku Binyamîn Netanyahû êrîşa meha Îlonê ya teqandina amûrên pêwendiyê yên Hizbullahê piştrast kiriye û berpirsiya xwe ragihandiye.

Hêjayî gotinê ye, di encama teqandina bi hezaran amûrên pêwendiyê yên Hizbullaha Lubnanê de, 39 kes hatibûn kuştin û 3 hezar û 400 kes jî birîndar bûbûn.

Tevî ku gelek çavkaniyan ragihandibû ku ew êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin jî Îsraîlê bi awayekî fermî berpirsiya xwe ya teqandina amûran eşkere nekiribû.

Medya Îsraîlê jî ragihandiye ku piştî civîna kabîneyê Netanyahû berpirsiya wan êrîşan piştrast kiriye, tevî ku gelek berpirsên pilebilindên Îsraîlê li dijî derketine.