Berxwedana Îslamî berpirsiya xwe bo êrîsa Eyn Esedê ragihand

06 August 2024 16:28 0 dîtin
Berxwedana Îslamî berpirsiya xwe bo êrîsa Eyn Esedê ragihand

PeyamaKurd – Berpirsiya êrîşa moşekî ya ser baregeha Eyn Esed a Iraqê ku hêzên Amerîkî tê de dimînin, Eniya Berxwedana Îslamî li xwe girt.

Koma bi navê “Sewriyûn/Şoreşger” ragihand ku êrîşa Eyn Esedê ji aliyê wan ve hatiye kirin û ew beşek ji Koma Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ne ku Îran piştevaniya wan dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em didin zanîn ku dê êrîşên me berdewam bikin heta ku leşkerê dawî yê Amerîkayê jî ji xaka Iraqa me ya ezîz derkeve.”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) piştî êîşa şeva borî ragihand ku di hinek leşker û karmendên wan birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên ku Amerîkayê belav kirine, komên çekdar ên Iraqê ji 7ê Çileya 2023yan ve herî kêm 150 carî êrîşî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê kirine.