Hîzbûllah Kibris a Rûman tehdîd kiribû û YEyê desteka xwe ya ji bo Kibrisê ragihand

20 June 2024 21:57 0 dîtin
Hîzbûllah Kibris a Rûman tehdîd kiribû û YEyê desteka xwe ya ji bo Kibrisê ragihand

PeyamaKurd – Piştî Hîzbûllahê Kibris a Rûman tehdîd kir, Yekîtiya Ewrûpayê jî desteka xwe ji bo Kibrisa rûman ragihand. Berdevkê Komîsyona Ewrûpayê Peter Stano got ku Kibris endamê YEye û desteka YEyê ji bo Kibrisê tam e. Stano got:

“Kibris a Rûman Yekîtiya Ewrûpaye û Yekîtiya Ewrûpayê Kibrise.”

Serokê Hîzbûllahê Hesen Nasrallah ragihandibû ku Kibris baregehên xwe ji bo bikaranîna balafirên Îsraîlê vekirî bihêle, wê Kibris bibe perçeyekî ji şer. Stano jî got ku YEyê û Kibris ne perçeyeklî şerin lê perçeyekî ji çareseriya şerin.